Ccleaner- Bi Kurdî

Ccleaner
Ccleaner Guhertoya 3.05.1409
Bernamekî paqij kirina kompîterê ye.
Hevalên hêja bernameyê saz bikin û bigirin.

Bi Sazkirina Otomatîk zimanê
Kurdî saz bikin. Piştre bernameyê vekin êdî bi Kurdî ye.

Bila ser xêrê be…..

Heger pirsgirêkek derkeve û zimanê Kurdî bi Saz kirina Otomatîk saz nebe bi destê xwe saz bikin.

Sazkirina bi dest wisa ye: Klasora dîl-ziman vekin… Dosyaya zimên ya lang-1055.dll kopî bikin û Pêve bikin (bizeliqînin) hundirê C:program fîles:ccleaner:languages(lang) ê. Hûn dikarin xeta û kêmasiyên bernameyê ji me re ragihînin:

Beşa têkilîyê bitikînin.

Allok Video to FLV Converter

Ji bo mezin dîtina wêneyê bitikînin

Allok Video to FLV   Converter 5.2.0202

Edîtorê vîdyoyan e. Ji bo pêve kirina binnivîsan bernameyekê yekta ye. Lê êdî guhertoya wê bi kurdî jî heye. Em van bernaman pêşniyarê hemû Kurdan dikin. Ji bo pêşketina zimanê kurdî divê her kurdekî karekî bigire ser milê xwe.


Daxistina Bernamê li jêr bi awayekî hêsan tê amaje kirin. 



Bi Sazkirina Otomatîk zimanê Kurdî saz bikin.


Piştre bernameyê vekin êdî bi Kurdî ye.


Bi ser xêrê be….



Heger pirsgirêkek derkeve û zimanê Kurdî saz nebe, bi destê xwe saz bikin.


Sazkirina bi dest wisa ye: Klasora ziman -dîl veke..


Dosyaya Allok video to flv converter kopî bikin û pê ve bikin (bizeliqînin).


hundirê C:program fîles:Allok video to flv converter ê.




HIŞYARÎ: Hevalno navê dosyaya ziman neguherînîn. Heger hûn navekî nû lê bikin dosyaya zimên naxebite!

Ji bo daxistina bernamê bi tikîne Daxistinê.

Werger: Occo Mahabad

 



 






Ubuntu Bi Kurdî-bila kompîtura we bi temamî bibe Kurdî

Kompîtura Kurdî Bi kar bînin.
Ji sedî sed bi kurdî hûn dikarin digel Windowsê Ubuntuya Kurdî jî bikar bînin. Pergala Ubuntu dê Windowsê ji we re bide ji bîr kirin.

Li jêr dinivîse bi awayekî baldarî bixwînin û Ubuntuya xwe saz bikin. Pirsgirêkên xwe ji me re ragihînin. Beşa têkiliyê de navnîşana me tê amaje kirin.


Ji bo dahatûya Kurdî û Kurdistanê warê zanistê kifş bikin, hûn poşman nabin.

Werger: Koma Pckurd www.pckurd.net
 

Daxistinê bide destpêkirin
Ubuntu 11.04

 

 

 

 

 

 

 

 

//

Open Office daxe

Open Office

Open Office bernameyekî nivîsandinê ye. Wergera wê bernamê ji bo pêşxistina zimanê Kurdî pir watedar e. Sedama wê jî ew e ku ji bilî wê bernamê ji bo nivîsandina zimanê Kurdî bernameyekê Wordê tune bû. Ew bername ji aliyê gelek sazî û dezgehên kurdan ji bo rast nivîsandina li gor rêzimana kurdî tê bi kar anîn. Naveroka wê bernamê li gorî rêzimana (grammer) zimanê Kurdî hatiye mîheng dayîn. Tevî van taybetmendiyan rastnivîsa (speller) wê bernamê jî heye. Ew rastnivîs jî, bo rast û dirûst nivîsandina Kurdî hatiye çêkirin. Digel rastnivîsê pêveka kîtandina (hecekirin) nivîsa kurdî jî heye.


Mirov dikare bi kurtasî bersiva hemû pirsan bide û bêje, ew bername wateyekî girîng xiste nivîsandina zimanê Kurdî.


Ji bo daxistinê bitikînin û pêvekan jî malpera Open Officeyê hûnê bibînin.


Werger: Koma PCkurd









Gom Player


Gom Player
Guhertoya nû jî bû Kurdî.
Nîşanderê vîdyo, wêne û lêderê mûzîkan e. Ji hêla hemû civakên cîhanê tê bi kar anîn. Ango divê mirov bêje bernameyekî herî popûler ya cîhanê ye. Niha ew bernameye bi temamî bûye kurdî

Bernamê daxin û saz bikin. Prosesa sazkirinê de heke pirsgirêk derkeve 7 roj 24 demjimêr em bin fermana we de nin. Ji kerema xwe xeletî û pirsgirên me ragihînin.

Daxistinê bitikînin û daxin. Piştre jî te’ma kar anîna bernamê derxin.
WERGER:Occo Mahabad


//

TurboZip


Heger we dosyayek daxist lê ji we parolayê bixwaze wê gavê Turbozip ji we re pêwîst dike.
Heger teşeya dosyaya şidandî
zip be divê hûn parolaya nediyar an jî bîrkirî bi vê bernameyê vekin.
Ji bo parolayên bîrkirî û nediyar amûreke pir pêşketî ye û hem jî bêpere ye.

Daxin û bi kar bînin……..


WERGER:Occo Mahabad

DAXE-1

DAXE-2

 

Total Video Converter

Click zoom in



Total Video Converter Bernameyekî herî baş ya veguherandinê ye. Yanê formata muzîk, deng, vîdyo, swf, flv, gif, dîsk, cd, dvd, û gelek pelên medyayî formata van vediguherîne formatekî din.
Piştî ku ew bernameye têkeve jiyana we ti tengasiyên we na mîne ji alîyê player û temaşe kirinê.



Formata pelan vediguherîne wekî  FLV, GIF, SWF ji bo rûpelê webê. Anîmasyon û pevakan jî.

 

Vîdyo û dengên we an jî CDyên ve vediguherîne DVD, SVCD, VCD Compact Disc, DivxDVD an.

Formata deng û muzîkan vediguherîne her şêweyî ji bo ku her pergalê de bê lêdan.

Formatên pelên anîmasyon, vîdyo û rûpelên rengûreng  vediguherîne ji bo malper û webê re.

Formata pelên muzîk û naveroka têlefon û tabletan vediguherîne.

Formatên vîdyoyan vediguherîne. Wekî mînak hûn dikarin vîdyoyekî 3GP veguherînin MEPGê an jî MP4 ê.

Werger: Occo Mahabad

DAXE

//