Phun-Algadoo


Phun; Listikek nû li kurdî hat wergerandin.

Phun niha bi kurdî ye, lîstik ji aliyê wergêrê me simurg56 ve li kurdî hat wergerandin. Phun lîstikeke ji bo zarokan(her wiha mezinan) e. Di lîstokê de hûn dikarin bi materyalên cur be cur, şiklên nû çêkin, wan parçeyan li hev bixin û parçe bikin, bi zincîran bi hev e girê bidin, bi motorekê bikin mîna makîneyek û hwd.
Di lîstokê de zagonên fîzîkê hatine parastin lê hûn dikarin van zagonan jî biguherînin. Lîstik bi rastî gelek şêrîn e.
Ez bawer im hûn ê hemû jî jê hez bikin. Phun dikare him li ser windowsê him jî li ser linux û mac’ê were lîstin.

Min wergerê ji malpera wê ya fermî re şand. Heta ku weke fermî bi kurdî jî hat weşandin, hûn dikarin bi rêbaza li jêr lîstikê bi kurdî bilîzin.

SAZKIRIN
Ji bo Ubuntu/Linuxê;
-Ji beşa daxistinê ya melpera me lîstikê daxin û ji .zip’ê derxin.

-Piştî ku we derxist, di termînalê de herin peldanka lîstikê û ji bo destpêkirina lîstinê û vê fermanê “./phun” bidin. (Sazkirin ne pêwist e.)
-Dema listîk vebû û hûn dikarin ji menûya lîstikê ala kurdistanê an jî kurdish hilbijêrin.

Jêrenot; ger bername nexebite, di peldanka ku we daxistibû de pelek bi navê “libpng3_1.2.27-2ubuntu2_all.deb” heye. Vê paketê saz bikin, wê wê demê bixebite.

Ji bo Windowsê;
-Bikarhênerên windowsê dikarin ji malpera wê ya fermî lîstikê daxin û saz bikin.
-Piştî ku we saz kir ji beşa me ya daxistinê pela zimên daxin û bavêjin vê peldankê:
C:/Program Files/Algodoo Phun Edition/data/language
-Niha hûn dikarin ji menûya listikê ala kurdistanê an jî kurdish hilbijêrin.

Hûn dikarin vîdyo û wêneyên wê yên danasînê li vir bibînin;
http://www.phunland.com/wiki/Media#Some_screenshots

Ji bo pirsên xwe hûn dikarin foruma me bi kar bînin.
http://www.wergerine.com/index.php?option=com_wrapper&view=wrapper&Itemid=9


Malpera Fermî;
http://www.phunland.com/wiki/Home

 

Çavkanî: www.wergerine.com malpera hogir.

 

 

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s